Êrişên bi fuzeyan ên Îranê li Şerîa Rojava û Îsraîlê bû sedema mirinê
Di êrişên Îranê yên bi fuzeyan de li Şerîa Rojava û Îsraîlê 3 jinên Fîlîstînî û karkerekî biyanî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrişên Îranê yên bi fuzeyan de li Şerîa Rojava û Îsraîlê 3 jinên Fîlîstînî û karkerekî biyanî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.
Êrişên bi fuzeyan ên Îranê li Şerîa Rojava û Îsraîlê bû sedema mirinê. Heyva Sor a Fîlîstînê ragihand ku şeva Çarşemê fuze li saloneke kûaforê ya li bajarokê Beyt Avva ya li Şerîa Rojava ket û di encamê de 3 jinên Fîlîstînî mirin, 13 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji jinên birîndar giran e.
Heman pêla êrişê li navenda Îsraîlê jî bû sedema mirinê. Rayedarên tenduristiyê diyar kirin ku li Moshav Adanim a bi 20 kîlometreyî li bakurrojhilatê Tel Avivê ye karekekî biyanî jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara kesên ku di şer de li Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan bû 15.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di dema êrişê de fuzeya ji Îranê hatiye tespîtkirin û ji bo astengkirina gefê operasyon daye destpêkirin. Li gorî Reutersê li herêmê hejmara stargehan gelekî kêm e.